Fuad Husên: Kilîda çareseriya siyasî ya Sûriyeyê nenavendîbûn e

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên got ku çareseriya şerê Sûriyeyê pêwîstî bi dûrketina ji birêvebiriya navendî û avakirina baweriyê di navbera pêkhateyên cuda ên welêt de heye.

18 Tebax 2025 - 10:36
18 Tebax 2025 - 10:36
 0
Fuad Husên: Kilîda çareseriya siyasî ya Sûriyeyê nenavendîbûn e

Fuad Husên ji kanala Shamsê re axivî û tekezî li ser wê yekê kir ku şerê bi dehan salan bawerî di nav Sûriyeyiyan de têk biriye û navendîbûn li pêşiya lihevkirina niştimanî bûye asteng.

"Divê em ji zîhniyeta navendîbûnê derkevin"

Fuad Husên got, “Em dizanin ku ji ber vî şerê dirêj di navbera pêkhateyan de bêbawerî heye û ez di wê baweriyê de me ku divê em ji zihniyeta navendî dûr bikevin.”

Wî da zanîn ku nenavendîbûn alternatîvekê pêşkêş dike ku dikare yekîtiya Sûriyeyê biparêze û di heman demê de cih bide cihêrengiya wê ya civakî.

"Navendîbûn dibe sedema parçebûnê"

Fuad Husên wiha pê de çû, “Nenavendîbûn xwe dispêre pêkhateyan û Hikûmeta Sûriyeyê bi xwe.

Sîstemeke nenavendî dibe sedema yekîtiyê lê navendîbûn dibe sedema parçebûnê.

Ji ber ku ne mumkin e pêkhateyên ku baweriya xwe ji dest daye, vegerin û xwe bispêrin desthilatdariyeke yekane.”

"Pêwîstî bi demokrasî û nenavendîbûnê heye"

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê her wiha tekezî li ser girîngiya demokrasiyê ya li gel nenavendîbûnê kir û got:

"Gelê Sûriyeyê ji bo demokrasiyê têkoşiya, lewma pêdiviya me bi du tiştan heye. Demokrasî û nenavendîbûn."

Husên hişyarî da ku eger Sûriyeyî neyên bihêzkirin dê destwerdana biyanî bidome û got:

"Li Sûriyeyê hêzên Tirkiye, Amerîka, Fransa, Îsraîl û Rûsyayê hene, ji bilî paşmayên DAIŞê,"

Fuad Husên banga înîsiyatîvên nû yên ku li ser bingeha hevgirtina niştimanî û naskirina nasnameyên takekesî û komî ne, kir û got:

"Ev yek pêk nayê heta ku kesên di nava civakê de ji xwe û nasnameya xwe bawer nebin ku ji wê jî nasnameya giştî ya Sûriyeyê dikare were avakirin."

"Kurdên Sûriyeyê daxwaza dewleteke serbixwe nekiriye"

Li ser pirsa daxwazên Kurdan a li Sûriyeyê, Husên diyar kir ku mafê her gelî heye ku xeyalan bike lê tekez kir ku Kurdên Sûriyeyê daxwaza serxwebûnê nekiriye û wiha anî zimên:

“Ez nikarim rê li ber xeyalên ti kesî bigirim û mafê gelê Kurd ê çarenivîsê heye.

Lê Kurdan li Sûriyeyê pêşniyara avakirina dewleteke serbixwe nekiriye.

Min di van demên dawî de nebihîstiye ku ti siyasetmedar an partiyeke Kurd a Sûriyeyê banga serxwebûnê bike, belkî banga mafan di nava Sûriyeyê de dikin, çi bi rêya federalîzmê be, çi jî bi nenavendîbûnê di çarçoveya Sûriyeyê de."

Gotinên Wezîrê Karên Derve yê Îraqê di demekê de tên ku gotûbêjên li ser paşeroja siyasî ya Sûriyeyê rawestiyane û hêzên navneteweyî û aktorên herêmî xwedî nêrînên cuda ne derbarê rêveberiyê.

Bangên ji bo birêvebiriyeke nenavendî, daxwazên demdirêj ên pêkhateyên li bakurrojhilatê Sûriyeyê dubare dikin ku li wê derê Rêveberiya Xweser ji bo modela xwe ya xwerêveberiyê ya bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li naskirinê geriyaye.

 

Ev nûçe bi tevahî 23 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:38:27