Şaxewan Ebdila: Bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ti pirsgirêkek nemaye

Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdila di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku, di mijara hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de ti pirsgirêkek nemaye û dozên din jî hatine çareserkirin. Bi destpêkirina hinardekirina petrolê re, mûçe tên xerckirin.

18 Tebax 2025 - 10:34
18 Tebax 2025 - 10:34
 0
Şaxewan Ebdila: Bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ti pirsgirêkek nemaye

Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Îraqê di derheqa mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê de got, “Tu mûçeyek winda nabe û mûçeyên Hezîran û Tîrmehê jî dê bên şandin.”

Şaxewan Ebdila amaje jî da, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal di van du rojên borî de li ser dahatên negirêdayî petrolê jî li hev kiriye, ji hefteya bê jî çend vebûnek dê li ser mûçeyên mûçexurên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bên kirin û hêvî heye ku di çend rojên pêş de pirsgirêk bên çareserkirin.”

Navbirî herwesa ragihand, “Ji bilî hêsankariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di mijara petrolê de, dahatên negirêdayî petrolê jî li gorî Qanûna Rêveberiya Darayî gelek tişt ji bo hikûmeta federal hêsan kirine, ji ber ku tiştê ku li Iraqê bûye pirsgirêkeke mezin ew e ku biryar û rênima ji bo qanûna nehatine derrxistin.”

Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Îraqê ron jî kir, “Me li Iraqê sîstemeke federal heye. Eger hûn li destûrê jî binêrin, hemî madeyên têkildarî berhevkirina dahata federal û ji nû ve belavkirina wê dahatê li ser parêzgehan û qanûnên din jî hene, hîn li Encûmena Nûnrên Iraqê qanûn jê re nehatine derxistin, ji ber vê yekê jî ew bi qanûnên ku bi zihniyeteke navendî hatine nivîsîn kar dikin, ev jî bûyev duberekî.”

Şaxewan Ebdila herwesa got, “Heta ku ev zihniyeta navendî serdest be, peyman dê tu pêşketinekê nebînin, lê niha hevfêmkirinek heye ku Herêma Kurdistanê heye û divê destûr bê bicîhanîn û mafên Herêma Kurdistanê bên şandin.”

 

Ev nûçe bi tevahî 14 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:37:03