Gazprom: Emê hêlberîna xwe li Kurdistanê zêdetir bikin

Şîrketa rûsî ya enerjiyê Gazpromê ragihand ew dê karên xwe yên enerjiyê li Kurdistanê bidomînin.

13 Çile 2017 - 07:33
13 Çile 2017 - 07:33
 0
Gazprom: Emê hêlberîna xwe li Kurdistanê zêdetir bikin

Çavkaniyekî ji şîrketa Gazprom Neftê ragihand ku tevî şerê li dijî rêxistina DIŞIê şîrketan wan dê li Kurdistanê li ser xebatên xwe yên enerjiyê berdewam be.

Şîrketa Gazprom a Neftê plan dike ku ji sê bîrên petrolê yên Kurdistanê hilberanîna xwe .3 zêde bike.

Herwiha şîrket plan dike ku di sala 2017an de li Kurdistanê rojane 220 hezar bermîl petrol derbixe.

Gazprom li herêma Germiyan, Helebce û Şakelê li ser bîrên petrolê kar dike.

Şîrketa amerîkî ya petrolê Exxon Mobîl jî di sala 2016an de li sê bîrên petrolê yên Herêma Kurdistanê çalakiyên xwe rawestandî bû.

Ev nûçe bi tevahî 1554 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:24:01