General Mazlûm: Amerika û Rûsya, divê rêgirtinê li guherîna demografiyê bikin

Fermandarê Giştî yê HSDê radighîne, Amerîka û Rûsya berpirsiyariya rêgirtin li guhertina demografiyê li navçeyên dagîrkirî hildigrin, tişt a ku Serokomarê Tirkiyê dibêje, gelek metirsîdar e

11 Berfanbar 2019 - 04:39
11 Berfanbar 2019 - 04:39
 0
General Mazlûm: Amerika û Rûsya, divê rêgirtinê li guherîna demografiyê bikin

Mazlûm Ebdî, Fermandarê giştî yê HSDê liser hesabê xwe yê Twîterê nivîsandiyê , tişta ku Serokomarê Tirkiyê gotiye, bi destpêkirina bicîhkirina milyonek kes li bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê pirsek e gelekî metirsîdar e û armanc jê, bicîhkirina kesên biyanî li van bajaran e.

Ebdî got jî, Amerîka û Rûsya berpirsiyariya rêgirtin li guhertina demografiya navçeyên dagîrkirî heldigrin û daxwaz ji wan dike, ku pabendiyên xwe bicî bîn in û mîkanîzmekê bo vegera xelkên resen deynin.

Ev nûçe bi tevahî 1052 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:46:25