Lavrov: Me li gel Emerîka behsa tevlîkirina Kurdan kir di pirosêsa sîyasîya Sûriyî de

Wezîrê derve yê Rûsiyê ragehand, wî li gel alîyê Emerîkî behsa rêyên tevlîkirina Kurdan di pirosêsa sîyasîya Sûriyî de kirîye.

11 Berfanbar 2019 - 04:40
11 Berfanbar 2019 - 04:40
 0
Lavrov: Me li gel Emerîka behsa tevlîkirina Kurdan kir di pirosêsa sîyasîya Sûriyî de

Piştî civîna wî li gel serokê Emerîkayê li Waşintin, Sêrgî Lavrov, wezîrê derve yê Rûsiyê di kongireyeke rojnemevanî de raghand, wî li gel alîyên Emerîkî behsa pirosêsa sîyasîya Sûriyê kirîye û tekez kirîye, ku çareya serbazî ji kirîza Sûryê re nîne û ya giring destipêkirina pirosêseke sîyasîya giştîye ew jî birêya komîteya destûra Sûriyê.

Eşkere kirîye wan behsa rêyên tevlîbûna Kurdan di pirosêsa sîyasîya Sûriyê de kirîye ku bi gotna wî rêya tekane jibo girêntîya mafê Kurdan û pêkhateyên din yên Sûriyê ewe ku li gel hikumetê peywendîyê bikin.

derbarê Idilbê jî got: Pêwîste parêzgeha Idilb bi temamî ji hêzên tîrorîst were pakijkirin û tevahya erda Sûriyê vegere jêr destihlata hikumeta Sûriyê.

Got jî: Di navçeya kêmkirna şer de heya niha Tirkiye nekarîye dijberîya lîbral ji bereya Nusre veqetîne.

Ev nûçe bi tevahî 1400 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:47:34