Gundekî Silêmaniyê hat bombebarankirin
Qaymeqamê Mawetê ragihand, gundê Kurale yê li navçeya Şarbajêr li parêzgeha Silêmaniyê hat bombebarankirin.

Qaymeqamê Mawetê ji ajansa K24ê re ragihand, gundê Kurale yê li navçeya Şarbajêr li parêzgeha Silêmaniyê hat bombebarankirin.
Qaymeqamê Mawetê Kameran Hesen got, di bombebaranê de xaniyekî gund rûxiya û herwiha çiyayên Teje û Şîlanşê jî hatin bombebarankirin.
Herwiha Kameran Hesen got, bombebaran ji aliyên dronên Tirkiyeyê ve bûn.
Nûvekirina herî dawî: 12:11:29