HDP: Operasyona Efrînê dê deriyê li ber derbeyê veke

Peyvdarê HDPê da xuyakirin, ew Efrînê ji bo ewlekariya Tirkiyê gef nabîne û operasyona li dijî Efrînê bibe, dê bibe sedemê encamdana derbebeyeke serbazî.

13 Berfanbar 2017 - 06:00
13 Berfanbar 2017 - 06:00
 0
HDP: Operasyona Efrînê dê deriyê li ber derbeyê veke

Peyvdarê HDPê Ahyan Bîlgen got, biryara Trump ya derbarê Orşelîmê û helwesta Tirkiyê ya hember Efrînê dişibin hev û Tirkiye dixwaze vê yekê ji bo bêdengkirina aliyên siyasî bikar bîne.

Da zanîn, Efrîn bo ewlekariya Tirkiyê ne kêşe ye. Lê heger Tirkiye şaştiyeke mezin bike û operasyona bejahî encam bide, dê siyaseta navxweyî ya Tirkiyê serûbin bibe û rê bide derbeya serbazî.

Bîlgen got, heger hin alî pir dilxwazê operasyonê ne û zext û bandorê li Erdogan dikin, divê bê zanîn, ew kes amadekariya derbeya serbazî dikin.

Demek e rayedarên Tirkiyê, gefa destpêkirina operasyonekê li dijî Efrînê dixwin û desthilatiya PYDê li Efrînê qebûl nakin. Arteşa Tirkiyê jî hêzên xwe yên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê zêdetir dike.

Ev nûçe bi tevahî 1376 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:31:13