Neteweyên Yekbûyî liser Heşda Şabî, bala hikumeta Iraqê dikşîne

Neteweyên Yekbûyî daxwaz ji Hikûmeta Îraqê kir, sînorekî ji tundûtûjiyê û binpêkirinên Heşda Şebî re li Xûrmatû deyne.

13 Berfanbar 2017 - 03:55
13 Berfanbar 2017 - 03:55
 0
Neteweyên Yekbûyî liser Heşda Şabî, bala hikumeta Iraqê dikşîne

Derbarê rewşa piştî 16 Cotmehê Neteweyên Yekbûyî tîmeke taybet ji bo bidûvçûna rastiyan şand bajarokê Tûzxûrmatû û di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku, tîmên wan ji bilî berpirsan, li Hewlêr jî ligel hejmarek welatiyên aware yê wî bajarokî rûniştin e û biryar e jî di çend rojên bê de tîmeke din serdana wî bajarokî û çend navçeyên din bike.

UNAMI daxwaz kir, bi lez sînorek ji kiryaran re bête dayîn, ku gef in li ser jiyana welatiyên Kurd û Turkmenên Xûrmatû. Daxwaz ji Hikûmeta Îraqê kir, hemû tedbîran bistîne ji bo rêgiriyê li binpêkirinên Heşda Şebî bike.

Ev nûçe bi tevahî 1719 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:30:41