Hejmara qurbaniyên erdheja Bakur û Tirkiyê gihîşt 43 hezar û 556 kesan

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, ji ber erdhejên ku navenda wê parêzgeha Mereşê bû, 43 hezar û 556 kesan canê xwe ji dest dan.

23 Sibat 2023 - 02:42
23 Sibat 2023 - 02:42
 0
Hejmara qurbaniyên erdheja Bakur û Tirkiyê gihîşt 43 hezar û 556 kesan

Suleyman Soylu beşdarî weşana TRTê bû û ragihand, ji ber erdhejên ku navenda wê parêzgeha Mereşê bû, 43 hezar û 556 kesan canê xwe ji dest dane.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn.

Ji ber erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û bi hezaran kesî canê xwe ji dest dane.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li herêmên erdhej lê rû dane, ji bo 3 mehan Rewşa Awarte ragihandiye.

Ev nûçe bi tevahî 1042 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:35:06