Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên xwe li Bakurê Kurdistanê didomîne
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li ser gihandina alîkariyan bo mexdûrên erdhejê berdewam e ku li Mereşê heta niha xwe gihandiye 5 hezar malbatan.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ne tenê li bajar û navçeyan, di heman demê de li gundan alîkariya mexdûrên erdhejê dike ku mexdûrên ku pê hesiyane Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Mereşê ye daxwaza alîkariyê bi rêya telefonê dikin û dezgeh jî pêdiviyan digihînin gundan ku gundê Kûmçati jî yek ji wan gundan e.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Mereşê sotemenî, cil û berg, xwarin û av, betanî û kon gihandiye ji 5 hezarî zêdetir malbatan û dide zanîn ku dê alîkariyên wan berdewam bin.
Nûvekirina herî dawî: 15:03:52