Herdu girîlayên PKK li qampa Maxmurê çalakî nekirin lê hatin Koştin!

Li gor çavkanîya BasNews ê ya beşê Erebî : Nûçeyek roja Şemîya borî hatibû belavkirn ,ku du girilayên PKK ê li qampa Mexmurê yê ku dikeve( rojavayê Hewlêrê ) ji bo salvegera girtina rêberê PKK Abdullah Ocalan herdu girîla çalakîya întîharî pêkanîne , ew nûçe ne raste û ew herdu girîla ji hêla PKK ve htinin koştin.

21 Sibat 2017 - 07:47
21 Sibat 2017 - 09:02
 0
Herdu girîlayên PKK li qampa Maxmurê çalakî nekirin lê hatin Koştin!

Li gor çavkanîya BasNews ê ya beşê Erebî : Nûçeyek roja Şemîya borî hatibû belavkirn ,ku du girilayên PKK ê li qampa Mexmurê yê ku dikeve( rojavayê Hewlêrê) ji bo salvegera girtina rêberê PKK Abdullah Ocalan herdu girîla çalakîya întîharî pêkanîne , ew nûçe ne raste û ew herdu girîla ji hêla PKK ve htinin koştin.

Li gor zaniyarîyên asayîşa Qazaya Maxmur: Navê herdu girîlayin PKK Elî Heyder ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Zîn jî ji xelkê Bakurê Kurdistanê ye

ew herdu girîla nû ji çîyê hatbûn qampa Maxmurê û di navbera wanda tekliyê evînê hebû ,herdukan xwestbûn birevin Hewlêrê , lê ew hatin girtin û ji hêla dedgaha gel ve hatin cezakirin ewjî mehkemeyeke girêdaye bi PKK ê ye.

Li gor çavkanîyê tê gotin herdu girîla di salvegera girtina rêberê PKK de hatinin koştin û bi rîya sê kesan hatinin taqandin û xwestina wek çalakîya xwekujî bidin nîşan.

Qaymaqamê Maxmur Rizgar Mistafa ji BasNews ê re got em nikarin bi horayi lêpisînê li ser vê buyerê bikin ji ber ku rêveberên Qampa Maxmur nihêlê hêza asayİşê dikeve wê deverê .

Ev nûçe bi tevahî 2406 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:48:56