Hevpeyvîna Pizîşkiyan li Îranê bû sedema nerazîbûnan: 'Îranê lawaz nîşan dide'
24 Parlamenterên Îranê nameyeke nerazîbûnê ji serokkomarê welatê xwe re şand.

9ê Hezîrana 2025an, 24 parlamenterên Îranê di nameyekê de rexne li hevpeyvîna Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan a li gel rojnamegerekî Amerîkî kirin.
Parlamenteran got, "Helwestên we di hevpeyvîna li gel rojnamegerê Amerîkî de li dijî yekîtiya neteweyî bûn."
"Amerîka tenê ji zimanê hêzê fêm dike"
Di nameya parlamenteran hat gotin, "Piştî 12 rojan ji şer, neteweya Îranê gihîşt wê encamê ku Amerîka tenê ji zimanê hêzê fêm dike û divê em rûbirûyî Şeytanê Mezin û Îsraîlê bibin.
Her wiha dihat payîn ku hûn bi helwesteke bihêz biaxivin lê mixabin, anîna ziman a hêviya dan û standinê li gel Amerîkayê û hevkariya li gel Ajansa Enerjiya Atomê, berevajî vê yekîtiyê bû."
"Bawerî bihêztir kir ku Îran piştî êrişa Amerîkayê lawaz nîşan dide"
Li gorî nameya parlamenteran, "Ev helwesta we ne tenê li navxweyê welat xwedî bandoreke neyînî bû, belkû nêrîneke şaş li derveyî welat jî çêkir û ew bawerî bihêztir kir ku Îran piştî êrişa Amerîkayê lawaziyê nîşan dide.
Ev yek dibe ku bibe hander ji bo dijmin ku êrişeke din a leşkerî bide destpêkirin."
"Dan û standin li gel Amerîkayê ji xeyalekê pê ve ne tiştekî din e"
Parlamenteran ragihand ku ew rexne li wê yekê digirin ku wî cudahî xistiye navbera Amerîka û Îsraîlê û got:
"Îsraîl keleha Şeytanê Mezin e û hêzeke bi wekalet a Amerîkayê ye.
Xwazî li şûna vê cudakariyê, te bi aşkereyî Amerîka şermezar bikira û bigota ku di rewşa niha de dan û standin li gel Amerîkayê ji xeyalekê pê ve ne tiştekî din e."
Ew parlamenter rexne li wî beşa axaftinên Pizişkiyan jî girtine ku behsa Rêberê Îranê dike û dibêjin:
"Dihat payîn ku helwestên we yên bihêz hebin da ku Rojava bizanibe ku her êrişa li ser Rêberê Bilind dê encamên wê yên giran hebin.
Her wiha daxuyaniya we ku dibêje 'mirin ji bo Amerîkayê, nayê wateya mirina ji bo berpirsên Amerîkî' berevajî helwestên Rêber û Îmam Xumeynî ye."
07ê Tîrmeha 2025an, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan di hevpeyvîneke li gel rojnamegerê Amerîkî Tucker Carlson de ragihand ku ew di wê baweriyê de ye Donald Trump dikare di navbera aştî yan şer de yekê hilbijêre.
Pizişkiyan her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku ew amade ne derbarê çavdêrîkirina çalakiyên xwe yên atomî de gotûbêjê bikin û rê bidin berdewamiya çavdêriyên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê lê belê beriya wê divê bizanibin ka asta zerer û ziyana bingehên wan ên atomî çi qas bûye.
Nûvekirina herî dawî: 17:17:04