Riha û Urmiye bûn destbirak

Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya Bakurê Kurdistanê û Şaredariya Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê “Protokola Bajarên Destbirakiyê” îmze kir.

10 Tîrmeh 2025 - 11:59
10 Tîrmeh 2025 - 11:59
 0
Riha û Urmiye bûn destbirak

Seroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Elîf Esra Onalê ji ajansa Rûdawê re ragihand ku wan 8ê  Tîrmenhê bi Şaredariya Urmiyeyê re “Protokola Bajarên Destbirakiyê” îmze kir.

Elîf Esra Onalê diyar kir ku ji ber pirrengî û pirçandiya dîrokî ya her du bajaran ev protokol hatiye îmzekirin û ew dixwazin di navbera her du bajaran de hevahengî û hevkariyê zêde bikin.

"Merasîma îmzekirina protokolê bi awayekî online hat kirin"

Elîf Esra Onalê got, “Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê û Şaredariya Urmiyeyê bi navbeynkariya Foruma Serok Şaredarên Asyayê her du bajaran biryara îmzekirina `Protokola Bajarên Destbirakiyê` daye.

Em dê wekî Şaredariya Rihayê biçûna Urmiyeyê û dê li wê derê protokol bihata îmzekirin.

Lê ji ber şer û rawestandina geştên esmanî pêk nehat, merasîma îmzekirina protokolê bi awayekî online hat kirin.

Em dê bi Şaredariya Urmiyeyê re di warê çandî, geştyarî, civakî, teknîkî û gelek warên cuda de hevkariyê bi pêş bixin û alîkariya hevdû bikin.

Her wiha dê her du şaredarî di warê bikaranîna teknîkî de ezmûna xwe bi hev re parve bikin û sûdê jê wergrin.”

Onalê diyar kir ku dê Şaredarê Urmiyeyê Aydin Rehmanî û hejmarek berpirsên şaredariyê di 14-15ê Îlona 2025an de Rihayê ziyaret bikin.

"Protokol dê sûdê bigihîne bajarên Riha û Urmiyeyê"

Protokol bi awayekî online û beşdariya Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Mehmet Kasim Gulpinar û Şaredarê Urmiyeyê Aydin Rehmanî hat îmzekirin.

Mehmet Kasim Gulpinar di civîna online de bi Îngilîzî û Farisî axaftin kir û ragihand ev protokol dê sûdê bigihîne bajarên Riha û Urmiyeyê.

Mehmet Kasim Gulpinar got, “Ji bo siberoja ciwanên me, em girîngiyê didin zêdebûna têkiliya di navbera bajar û gelên xwe de.

Em kêfxweş in ku me bi bajarekî dîrokî, çandî û xwedî dîroka mirovahiyê re `protokola bajarê destebiratiyê` îmze kir.

Bila ev biratî di navbera bajar û gelên me de bibe pireke dostaniyê ya mayînde.”

 

Ev nûçe bi tevahî 25 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:44:03