Hevşaredarên Panosê vegeriyan ser karê xwe

Hevserokên Şaredariya Panosê Emrah Kiliç û Muşeref Geçer vegeriyan ser karê xwe.

30 Mijdar 2023 - 10:08
30 Mijdar 2023 - 10:08
 0
Hevşaredarên Panosê vegeriyan ser karê xwe

Hevserokên Şaredariya Panosê Emrah Kiliç û Muşeref Geçerê, 9ê Hezîranê bi “hinceta gendeliyê” hatibûn desteserkirin û 12ê Hezîranê hatibûn girtin.

Piştî ku hatibûn girtin her du hevserok ji kar hatibûn dûrxistin.

Piştî ku Emrah Kiliç û Muşeref Geçer ji kar hatin dûrxistin Encûmena Şaredariyê ji bo hilbijartina şaredarê nû hilbijartin kir û endamê HDPyê Şahîn Savci ji 18 dengan 14 deng wergirtin û wekî Şaredarê Panosê hat hilbijartin.

Emrah Kiliç û Muşeref Geçer 6ê Îlonê ji girtîgehê hatin berdan. Emrah Kiliç û Muşeref Geçer îro careke din wekî hevserokên şaredariyê dest bi kar kirin.

Emrah Kiliç li şaredariyê ji medyayê re axivî û ragihand, ew ji ber sedemên siyasî hatin girtin lê “tohmeta gendeliyê” li wan hat kirin.

Ev nûçe bi tevahî 496 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:09:54