Hevserokên Şaredariya Akdenîzê hatin girtin

Hevserokên Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan hatin girtin.

13 Çile 2025 - 07:54
13 Çile 2025 - 07:54
 0
Hevserokên Şaredariya Akdenîzê hatin girtin

Hevserokên Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan 10ê vê mehê hatibûn desteserkirin û şeva borî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin.

Kar û barên Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan û endamên meclisa majêr ên DEM Partiyî Ozgur Çaglar, Neslîhan Oruç, Yakup Daniş û Hîkmet Bakirhan ên li dadgehê temam bûn.

Hoşyar Sariyildiz, Nuriye Aslan, Ozgur Çaglar, Neslîhan Oruç û Hîkmet Bakirhan vê sibehê bi biryara dadgehê hatin girtin.

Yakup Daniş jî bi şertê kontrola dadî hat berdan.

Hevserokên Şaredariya Akdenîzê û 4 endamên meclisa bajêr ên DEM Partiyî bi hincetên wekî “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” hatibûn desteserkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 1109 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:28:19