Hewlêr - Bi kalaşnîkofan gule li hev reşandin: 2 kes hatin kuştin

Li navçeya Xebatê ya Hewlêrê di pevçûneke bi çekan de 2 kes hatin kuştin, 2 kes jî birîndar bûn.

9 Tîrmeh 2024 - 12:30
9 Tîrmeh 2024 - 12:30
 0
Hewlêr - Bi kalaşnîkofan gule li hev reşandin: 2 kes hatin kuştin

Li navçeya Xebatê doh bi şerv du şofêrên tankêrên sotemeniyê ji ber wergirtina dorê pev çûn.

Nûçegihanê Rûdawê Horvan Refet ragihand ku her du şofêran destpêkê bi kulm û pehînan li hev xist û piştre li hev hatin.

Lê belê her du şofêr ber destê sibehê dîsa pev çûn.

Di vê pevçûnê de her du şofêran bi kalaşnîkofan gule li hev reşandin.

Berpirsekî Polîsê Hewlêrê ragihand ku di encama pevçûnê de 2 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin, her du kesên ku gule li hev reşandine merivên hev bûne.

 

Ev nûçe bi tevahî 807 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:12:32