Hewlêr: Bangewaziya diyalogê ya Ebadî erêniye

Lijneya Wezareta Herêma Kurdistan, ragihand ku bangewaziya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya çareseriya pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê qebûl kirine.

19 Cotmeh 2017 - 11:12
19 Cotmeh 2017 - 11:12
 0
Hewlêr: Bangewaziya diyalogê ya Ebadî erêniye

Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û cîgirê wî Qubad Talabanî civiya. Di civînê de mijarên dawî hatine nirxandin, ji bo pêşmergeyên ku can dana sersaxî û ji bo birîndaran jî şîfa hate xwestin.

Hikûmeta Herêmê ev daxuyanî da, "Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistanê di çarçoveya hevkarî û tifaqê de em amade ne bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Herwiha em ji raya giştî ya navnetewî jî daxwaz dikin ku di dema diyalog û muzakereyan de navbeynkariya me bikin."

Hêjayî gotinê ye di civînê de bo kesên ku alikariya xelkên ku ji Kerkûk û Tuzxurmatuyê derketinê kirine spasiya wan hate kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1119 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:57:56