Heyeta PWKyê li Hewlêrê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû

Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku ji Berpirsê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PWKyê û endamê Meclîsa PWKyê Orhan Kaya û endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PWKyê Temo Ayas pêk hatî, roja 16.08.2025ê, li Hewlêrê beşdarî pîrozbahîya 79emîn salvegera damezrandina PDKyê bû.
Berpirsê Mekteb Elaqat a PDKyê Dr. Kemal Kerkûkî, Rêvbirên Mekteb Elaqat a PDKyê Alî Awnî, Cuwan Rojbeyanî, Layiq Kuremeyî pêşewazîya heyeta PWKyê kirin.
Heyeta PWKyê, 79 salîya PDKyê pîroz kir.
Rêvebirên PDKyê jî ji ber beşdarîya heyeta PWKyê spasîya heyeta PWKyê kirin.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
Nûvekirina herî dawî: 16:19:29