Serok Barzanî: PDK partiya rêbaza Barzanî ye û hêviya gelê Kurdistanê ye
Bi boneya 79emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir. Di peyama xwe de, Serok Barzanî tekezî li ser rola dîrokî ya PDKê kir û bang li endam û alîgirên partiyê kir ku di xizmeta Kurdistanê de xwedî îradeyeke bihêz bin.

Bi boneya 79emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir. Di peyama xwe de, Serok Barzanî tekezî li ser rola dîrokî ya PDKê kir û bang li endam û alîgirên partiyê kir ku di xizmeta Kurdistanê de xwedî îradeyeke bihêz bin.
Di destpêka peyama xwe de, Serok Barzanî pîrozbahiyên herî germ pêşkêşî hemû kadro, endam, cemawer û alîgirên PDKê, malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû çîn û pêkhateyên Kurdistanê kir.
Di peyamê de hat destnîşankirin, damezrandina PDKê di 16ê Tebaxa 1946an de pêwîstiyeke dîrokî bû ji bo berdewamî û dirêjîpêdana bi xebata gelê Kurdistanê li hemberî planên neyar û dagirkeran.
Serok Barzanî got: “Partî ji destpêka damezrandina xwe ve heta niha, amrazek bûye ji bo parastina maf, nasname û hebûna gelê Kurdistanê û di heman demê de amrazek bûye ji bo pêkanîna armancên demokratîk, niştimanî û neteweyî yên gelê Kurdistanê.”
Herwiha Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir, PDK di hemû qonaxan de hilgirê peyama aştiyê û kûrkirina pirrengî, biratî û pêkvejiyanê bûye û di vê çarçoveyê de rola xwe ya pêşeng di qonaxên girîng û diyarker ên dîroka siyasî ya Kurdistan û Iraqê de bi başî lîstiye.
Di dawiya peyama xwe de, Serok Barzanî bi taybetî bang li endam û alîgirên PDKê kir û got: “Peyama min ji bo we ew e ku PDK partiya doz û nirxên bilind ên gelê Kurdistanê ye, PDK partiya rêbaza Barzanî û cihê hêviya xelkê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê, divê hemû partiyî di asta mezinahiya dîroka partiya xwe û xwîna şehîdan de bin û erka xwe ku xizmetkirin, avadanî û seqamgîriya Kurdistanê ye, bi awayekî herî baş bicih bînin.”
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Ez daxwazê ji hemû partiyan dikim ku îrade û hêviya wan bihêz be, ji ber ku heke PDK bihêz be, Kurdistan bihêz e.”
Nûvekirina herî dawî: 15:57:30