Heyeteke hikûmeta Îngîltereyê serdana Herêma Kurdistanê dike

Hat ragihandin ku heyeteke hikûmeta Îngîltereyê îro serdana Hewlêrê dike û bi rayedarên Kurdistanê re dê hevdîtinan bikin.

11 Avrêl 2017 - 08:53
11 Avrêl 2017 - 08:53
 0
Heyeteke hikûmeta Îngîltereyê serdana Herêma Kurdistanê dike

Li gorî zanyariyên berdest, heyeteke hikûmeta Îngîltereyê ku ji wezîrê hikûmetê yê karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîqa Tobiyas Elod û çend rayedarên din pêk hatiye serdana Bexdayê kirin.

Herwiha li gorî çavkaniyên herêmî heyeta Îngîltereyê ku wezîr jî di nav de cih digire piştî hevdîtinên xwe yên Bexdayê dê serdana paytextê Herêma Kurdistanê Hewlerê bike û wê bi rayedarên herêmî re danûstanan pêk bînin.

Ev nûçe bi tevahî 1206 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:36:04