Hêzeke Erebistana Siûdî gihîşte Hesekê
Li gor zanyariyên çavkaniyên xwecihî yên li parêzgeha Hesekê, serbazên Erebistana Siûdî gihîştine Binkeya Şedadî û dixwazin li wir bi cih bibin.

Çavkaniyên xwecihî diyar dikin ku nêzîkî 20 serbazên Erebistana Siûdî ji Binkeya Tacî ya Iraqê ber bi Sûriyê bi rê ketibûn, da ku li serbazgeha Şedadî bi cih bibin.
Hat ragihandin ku hêza Siûdî hemahengî ligel eşîrên Ereb kiriye û ev ne cara ewil e ku serbazên Erebistana Siûdî bi vê rêyê digihîjin Sûriyê, berî niha jî bi hemahengiya eşîran, hêzeke din a Siûdî gihîştibû Sûriyê.
Kanala El Alem a Îranî û Meyadîn ragihandine ku hêza Erebistana Siûdî ligel karwaneke artêşa Amerîkayê berê xwe daye Hesekê.
Li sînorê parêzgeha Hesekê ya rojavayê Kurdistanê, artêşa Amerîkayê weke binkeya xwe ya sereke Serbazgeha Şedadî vekiriye û ev binke dikeve başûrê rojhilatê bajarê Şedadî.
Nûvekirina herî dawî: 18:24:45