Hêzên hikûmeta Sûriyê başûrê Idlibê topbaran kirin

Hêzên hikûmeta Sûriyê pêgehên çekdarên opozisyona Sûriyê li başûrê parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê wî welatî topbaran kirin.

23 Gulan 2023 - 04:49
23 Gulan 2023 - 04:49
 0
Hêzên hikûmeta Sûriyê başûrê Idlibê topbaran kirin

Li gor çavkaniyên xwecihî, roja Duşemê 22ê Gulanê topxaneya Artêşa Sûriyê pêgehên çekdarên opozisyona Sûriyê li gundê San li başûrê bajarê Idlibê û rojavayê bajarokê Seraqib kirine armanc.

Çavkaniyên xwecihî tu zanyarî derbarê encamên topbaranê û zerar û ziyanên wê de nedane.

Gundê San dikeve başûrê rêya M4 û tenê kîlometreyekê ji xêzên rûbirûbûna di navbera çekdarên opozisyona Sûriyê û artêşa hikûmetê de dûr e.

Ev nûçe bi tevahî 697 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:57:50