Tirkiyê baregeheke PKKê li Xanesorê bombebaran kir

Firokeyeke Tirkiyê baregeheke PKKê li navçeya Xanesorê ya ser bi Şingalê ve bombebaran kir.

23 Gulan 2023 - 04:50
23 Gulan 2023 - 04:50
 0
Tirkiyê baregeheke PKKê li Xanesorê bombebaran kir

Jêderekî ewlekarî li Xanesorê ku nexwest navê wî were aşkerekirin, ji K24ê re ragihand, firokeyeke Tirkiyê baregeheke PKKê li navçeya Xanesorê kire armanc ku nêzîkî 10 kesan di nav baregehê de bûn ku kuştî û birîndar di nava wan de hene.

Li gor daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê, firokeyeke bê firokevan a artêşa Tirkiyê baregeheke şervanên YBŞê li gundê Çûmû-Xelef ê navçeya Şingalê kire armanc û di encamê de 3 çekdar hatin kuştin.

Ev nûçe bi tevahî 459 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:11:27