Hêzên Îranê avêtin ser 3 gundan: 6 welatiyên Kurd desteser kirin

Hêzên ewlehiyê yên Îranê bi ser 3 gundên navçeya Pîranşarê ya ser bi parêzgeha Urmiyê de girtin û 6 welatiyên Kurd desteser kirin.

13 Hezîran 2023 - 12:54
13 Hezîran 2023 - 12:54
 0
Hêzên Îranê avêtin ser 3 gundan: 6 welatiyên Kurd desteser kirin

Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî yên Rojhilatê Kurdistanê ve, hêzên Îtilaata (Îstixbarata) Îranê û Supaya Pasdaran di rojekê de bi ser 3 gundên navçeya Pîrnaşarê de girtine.

Li gor zanyariyan, hêzên ewlehiyê yên Îranê pêr Yekşemê avêtine ser gundên Kanî Mela, Aşnozeng û Xorînc û 6 welatiyên Kurd desteser kirine.

Rêxistina Hengawê ya Mafên Mirovan nasnameya wan kesan aşkere kiriye û ragihandiye, hêzên Îranê li gundê ‘Kanî Mela’ du birayên bi navên Ebdulrehman Qeyteran û Sedredîn Qeyteran, li gundê ‘Aşnozeng’ Xizir Mihemedpûr û Hebîb Xoşnûd û li gundê ‘Xorînc’ Cemal Resûlzade û Mihemed Mehmûd Feqîh desteser kirine.

Heta niha sedema desteserkirina wan kesan nehatiye zanîn.

Ev nûçe bi tevahî 430 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:44:06