Hêzên Tirkiyê gundên Til Temir û Zirganê topbaran kirin

Hêzên Tirkiyê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

20 Gulan 2022 - 05:13
20 Gulan 2022 - 05:13
 0
Hêzên Tirkiyê gundên Til Temir û Zirganê topbaran kirin

Hêzên Tirkiyê gundên Derdare, el-Qebir el-Sexîr, Qubûr el-Qeracine û el-Şêx Elî di navbera herdû bajarokên Til Temir û Zirganê li bakurê rojavayê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, şeva 19ê Gulanê hêzên Tirkiyê gundên Derdare, el-Qebir el-Sexîr, Qubûr el-Qeracine û el-Şêx Elî di navbera bajarokên Til Temir û Zirganê li bakurê rojavayê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

17ê Gulanê jî, grûpên ser bi Tirkiyê gundê el-Rebîat li navçeya Zirganê li bakurê rojavayê Heseke ku hêzên hikûmeta Sûriyê lê dimînin kiribûn armanc.

Her wiha 21 Nîsanê de jî li gundê Til Dimşîc ê ser bi bajarokê Til Temir li bakurê rojavayê Hesekê, droneke Tirkiyê xaleke HSDê kiribû armanc û di encama wê êrîşê de 3 şervan birîndar bibûn.

Ev nûçe bi tevahî 957 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:03:25