Hikûmet ronîkirinekê li ser girêbesta ligel Rûsneftê dide

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê sibe dicive û ronîkirinekê li ser girêbesta petrolê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsneftê de dide.

5 Hezîran 2017 - 11:28
5 Hezîran 2017 - 11:28
 0
Hikûmet ronîkirinekê li ser girêbesta ligel Rûsneftê dide

Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm li hejmara xwe ya tûra pêwendiyên civakî “Facebook” belav kir, sibe 6 Hizêranê civîna Encûmena Wezîran ya hejmar 29 lidar dikeve û karnameya civînê taybet e bi raporta beşdariya şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Korbenda Aborî a Sanit Petersburga Rûsî de.

Herwiha hikûmet, roniyê dixe ser wê rêkeftina ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kampanya Rûsnetê a Rûsî de hatiye îmzekirin.

31 Gulanê bi mebesta beşdarîkirina di Korbenda Aboriya Cîhanê, şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihêşt Sanit Petersburgê û di perawîza wê serdanê de, roja 2 Hizêranê girêbesteke petrolê ligel wê kampanyayê bo 20 salan îmze kir.

Ev nûçe bi tevahî 1982 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:06:23