Hikûmeta Tirkiyê: Teqîna Îzmîrê ji aliyê PKKê ve hatiye kirin
Hikûmeta Tirkiyê teqîna şeva borî ya bajarê Îzmîrê avêt stûyê PKKê û ragihand, heta niha 18 kes ji ber wê bûyerê hatine girtin.

Şeva borî li bajarê Îzmîrê otomobîleke bombekirî li ber avahiya dadgehê teqiya. Piştî teqînê şer derket. Li gorî medyaya Tirkiyê, di wê bûyerê de 2 çekdar, polîsek û karmendekî dadgehê hatin kuştin û 7 polîs û sivîl jî birîndar bûn.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag ragihand, ti gumana wan tine ku ew teqîn û êriş ji aliyê PKKê ve hatiye kirin.
Bekir Bozdag da zanîn ku heta niha 18 kes ji ber bûyerê hatine girtin.
Heta niha PKKê derheqê wan tohmetan de tiştek negotiye.
Nûvekirina herî dawî: 01:12:59