Hikûmeta Federal a Amerîkayê bi fermî hilweşiya

Piştî ku pêşnûmaya budçeya bihurbar ji Senatoyê derbas nebû, hikûmeta Federal a Amerîkayê, di yekemin salvegera serokatiya Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump de bi fermî hilweşiya. Krîza budçeyê dê bibe sedema bi milyonan kes bê mehanî bixebine bixebetin anjî bi zorî derkevin betlaneyê.

20 Çile 2018 - 04:34
20 Çile 2018 - 04:34
 0
Hikûmeta Federal a Amerîkayê bi fermî hilweşiya

Sedema hilweşîna hikûmetê ew bû projeya demkî ya xerciyan ku ji aliyê Encûmena Nûneran ve hatibû şandin, li Encûma Pîran dengên pêwist neanî. Eger pirojeyê deng bianiya, dibû bi awayekî demkî û heta 16ê Sibatê butçe ji saziyên hikûmî re were dabîn kirin.

Demokratan deng nedan projeyê û projeyê nikarî dengên pêwist bidest bixe. Serokê Amerîkayê Donald Trump berî hişyarî dabû û gotibû ku ji karketina hikûmetê bandoreke neyînî li artêşa welat û ewlekariya sînorên başûrê Amerîkayê dike.

Ev nûçe bi tevahî 1259 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:37:30