HSDê 6 taxên Tebqayê kontrol kir

Roja Yekşemê 30-04-2017, Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, ku şervanan wan li bajarê Tebqa ya Sûriyê 6 taxên din ji destê DAIŞê rizgar kirine.

30 Avrêl 2017 - 06:45
30 Avrêl 2017 - 06:45
 0
HSDê 6 taxên Tebqayê kontrol kir

HSDê ragihand, şervanên ku ji bo rizgarkirina bajarê Tebqa û Bendava Fertê şerê çekdarên DAIŞê dikin, şevê din di nava bajarê Tebqayê de liv û tevgera xwe zêde kirine û derbeyên giran li çekdarên DAIŞê xistine.

Li gorî Navenda Çapemeniya HSDê, şervanan taxên El-Mehaci, El-Bûserab, Ebû Êş, Kenîseya Asûriyan, El-Kesara û El-Mishiry ên bajarê Tebqayê azad kirine.

Herwiha di daxuyaniya HSD de tê gotin: “Piştî ku şervananên me 6 taxên azadkirin, dest bi xebatên lêgerînê kirin û di heman operasyonê de herî kêm 14 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.”

Di heman demê de, di nava bajêr de hîn jî cih bi cih şer didome.

Ev nûçe bi tevahî 2007 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:03:32