Li Herêma Kurdistanê 1ê Gulanê roja bêhinvedana fermî ye

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi reya Safîn Dizeyî 1ê Gûlanê Roja Karkerên Cîhanê weke roja bêhinvedana fermî ragihand.

30 Avrêl 2017 - 08:43
30 Avrêl 2017 - 08:43
 0
Li Herêma Kurdistanê 1ê Gulanê roja bêhinvedana fermî ye

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dê roja dûşema pêşiya me ku Cejna Karkeran e dê ji bo hemû karmendên Herêmê wek roja behinvedanê be.

1ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li hemû sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek roja bêhinvedana fermî ye. Sefîn Dizeyî bi boneya Cejna Karkerên Cîhanê pîrozbahî li hemû karkerên Herêma Kurdistanê û cîhanê kir û daxwaza bidestxistina mafên rewa yên çîna karker kir.

Ev nûçe bi tevahî 2182 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:32:53