HSD: Êrişî derdora Bendava Tişrînê dikin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) got, “Êrişî derdora Bendava Tişrînê dikin, balafirên şer ên Tirkiyeyê li ser herêmê difirin.”

12 Çile 2026 - 11:15
12 Çile 2026 - 11:15
 0
HSD: Êrişî derdora Bendava Tişrînê dikin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li asmanê Bendava Tişrînê û derdora wê tevgereke zêde ya dronên xwekuj heye û balafirên şer ên Tirkiyeyê jî li ser herêmê difirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê rewşa dawî ya li derdora Bendava Tişrînê daxuyaniyek belav kir.

"Bi dijwarî tê topbarankirin"

Di daxuyaniya HSDyê de hat diyarkirin ku komên girêdayî hikûmeta Şamê bi dron û topan êriş dikin û hat gotin:

"Li asmanê Bendava Tişrînê û derdora wê tevgereke dijwar a dronên xwekuj ên komên girêdayî hikûmeta Şamê heye û derdora bendavê ji aliyê wan koman ve bi dijwarî tê topbarankirin."

Balafirên Tirkiyeyê li asman in

HSDyê her wiha destnîşan kir ku tevgera hewayî ya Tirkiyeyê jî didome û wiha pê de çû:

"Gerên balafirên şer ên Tirkiyeyê yên li ser herêmê berdewam dikin. Hêzên me rewşê ji nêzîk ve dişopînin."

 

Ev nûçe bi tevahî 55 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:17:22