HSDê û Iraqê li ser hevrêzî û alîkariya parastina sînor li hevkirin!
Hêzên Sûrya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ragihand, ku rêveberên wan li gel hejmarek ji fermandarên artêşa Iraqê civiyane, ku ewlehiya sînorên Sûriyê û Iraqê gotûbêj bikin.

Li gorî HSDê, di wê civînê de ji aliyê Iraqê ve fermandarê giştî yê hêzên El-Cezîre Qasim Mihemed Salih û alîkarê wî amade bûne û ji aliyê HSDê jî endamên fermandariya giştî yên operasyona Bahoza Cizîrê Hesen Qamişlo û Engîzek Xelîl amade bûn.
Di daxuyaniya HSDê de hat gotin: "Herdu alî li ser pêkanîna navendeke hevrêziyê li ser sînorê Sûryê-Iraqê lihev kirine."
Nûvekirina herî dawî: 22:44:26