Li Hewlêrê dijî Ebadî xwepêşandan e

Li Hewlêrê bi sedan Kurdistanî li dijî helwesta hikûmeta Iraqê li hember Pêşmerge û Herêma Kurdistanê dest bi xwepêşandanê kirin.

11 Berfanbar 2017 - 06:53
11 Berfanbar 2017 - 06:53
 0
Li Hewlêrê dijî Ebadî xwepêşandan e

Nerazîbûna Kurdistaniyan li hember helwesta serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li hember Pêşmerge vegeriya xwepêşandanê.

Bi sedan Kurdistanî li Hewlêrê kom bûn û li dijî helwesta Ebadî li hember Pêşmerge û Kurdistanê xwepêşandan kirin. Xwepêşandan heta niha jî didome û xwepêşander bi siloganan piştevaniya xwe bo Pêşmerge û nerazîbûna xwe jî li hember Ebadî û Bexdayê nîşan didin.

Çend roj berê Ebadî daxuyaniyek li ser şerê DAIŞê dabû, di wê daxuyaniyê de behsa hemû hêzên Iraqî yên ku tevlî şerê DAIŞê bûne kiribû lê navê Pêşmerge neanîbû ziman.

Ev nûçe bi tevahî 1671 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:45:56