HSDê li Dêrezorê zeviyê petrolê kontrol kir

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku wan zeviya petrolê ya El-Umer ku li gundewarê Dêrezorê ye kontrol kir.

22 Cotmeh 2017 - 08:39
22 Cotmeh 2017 - 08:39
 0
HSDê li Dêrezorê zeviyê petrolê kontrol kir

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk cî girtiye de tê gotin, HSDê zeviya petrolê ya El-Umer bi tevayî kontrol kir.

HSD dibêje, hêzên wan zeviya petrolê ya El-Umer ku li gundewarê Dêrezorê ye, ji destê DAIŞê derxistine ku ew mezintirîn zeviya petrolê ye li Sûriyê.

Zeviya petrolê ya El-Umer dikeve rojhilatê Çemê Feratê ku 10 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Meyadîn a parêzgeha Dêrezorê ye.

Ev nûçe bi tevahî 1518 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:22:20