Heşdî Şabî 600 sivîl kuştin e
Piştî 16 Cotmehê li Kerkûk û li Xurmatû navçeya Diyalayê qasî 600 sivîl ji hêla Heşdî Şabî de hati,ye kuştin û 3 bûyerên destdirêjiyê jî pêkanîne.

Dîndar Zebarî di axaftina xwe de got: "Milîsên Haşdî Şabî û hêzên Iraqê piştî dagîrkirina Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî dest bi bêrêzî, îşkencekirin û kuştina welatiyên sivîl kirin. Heta niha nêzîkî 600 kesên sivîl di êrişên Haşdî Şabî û hêzên Iraqê de li sînorê parêzgeha Kerkûkê û qezaya Xurmatûyê hatine kuştin û 3 bûyerên destdirêjiyê jî hatine tomarkirin."
Zêbarî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Milîsên Haşdî Şabî nêzîkî 400 kes li sînorê Kerkûkê kuştin. Li navçeya Xurmatûyê jî di navbera 150 heta 200 kes ji ber êrişên milîsên Haşdî Şabî û hêzên iraqî hatine kuştin. Milîsan li Kerkûk û Daqûqê destdirêjî li ser keç û jinên kurd kirin."
Nûvekirina herî dawî: 17:59:42