HSD: Me bi piştgiriya Hevpeymanan 20 operasyon kirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pesnê hevkariya xwe ya bi Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê da û operasyonên hevbeş ên dawî ji bo xurtkirina ewlehiyê wekî "girîng" bi nav kirin.

14 Mijdar 2025 - 11:57
14 Mijdar 2025 - 11:57
 0
HSD: Me bi piştgiriya Hevpeymanan 20 operasyon kirin

Navenda Ragihandinê ya HSDyê roja pêncşemê daxuyaniyek belav kir û got:

"Hêzên me spasiya xwe ji bo piştgiriya berdewam a Hevpeymaniya Navneteweyî ya ji bo xurtkirina ewlehiyê ya li seranserê bakurrojhilatê Sûriyeyê tînin ziman."

HSDya ku di şerê li dijî DAIŞê de hevpareke sereke ya welatên Rojava ye ragihand:

"Tenê di nava mehekê de hevpeymanan piştgirî daye zêdetirî 20 operasyonên ku şaneyên razayî yên DAIŞê kirine hedef û vê yekê jî bandora li qadê û hewlên xweparastinê xurttir kirine."

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) jî 12ê Çiriya Paşîn di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku wan meha borî "di zêdetirî 22 operasyonên li dijî DAIŞê de şêwir û alîkarî dane hevparên xwe yên li Sûriyeyê".

CENTCOMê da zanîn, di wan operasyonên ku di navbera 1ê Çiriya Pêşîn û 6ê Çiriya Paşîn de hatibûn kirin de "5 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 19 jî hatine desteserkirin".

HSDyê di beşeke din a daxuyaniyê de anî ziman:

"Ev hevparî pêbendbûna me ya hevbeş a ji bo şerê li dijî DAIŞê û ji bo misogerkirina paşerojeke aramtir û biîstiqrartir a ji bo hemû Sûriyeyiyan nîşan dide."

Zêdebûna operasyonên hevbeş di demekê de ye ku pêşhateke siyasî ya girîng çêbûye.

Roja duşema borî, Sûriye bi awayekî fermî bû 90emîn endama Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê.

Ji bilî vê, dan û standinên ji bo tevlîkirina HSDyê ya nav artêşa Sûriyeyê berdewam dikin ku Amerîkaya pêşenga Hevpeymaniya Navneteweyî di wê baweriyê de ye ku ev yek dê yekrêziya li dijî gefa DAIŞê xurttir bike.

Hevpariya di navbera HSD û Hevpeymaniya Navneteweyî de roleke sereke di zextkirina li ser bermahiyên DAIŞê de lîstiye.

Tevî têkçûna xîlafeta wan jî rayedaran hişyarî daye ku ew kom hîn jî gefeke mezin e li ser aramiya herêmê.

Tenê meha Çiriya Pêşîn berî pêla nû ya operasyonên hevbeş HSDyê ragihandibû ku wan di çend operasyonan de 79 çekdarên DAIŞê desteser kirine.

 

Ev nûçe bi tevahî 31 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:50:56