Şeybanî: Civînên me yên bi HSDyê re didomin
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê ragihand ku ji bo gotûbêjkirina mekanîzmaya bicihanîna peymana di navbera Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî de ew di 45 rojên borî de 5 caran bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re civiyane.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî di panelekê de li Enstîtuya Şahane ya Kar û Barên Navneteweyî ya Brîtanyayê (Chatham House) a li Londonê derbarê rewşa Sûriyeyê axivî û da zanîn ku Sûriye wekî "tabloyekê" ye û ew behsa ti cure dabeşbûnê nakin.
Şeybanî di panela bi navê "Siyaseta Derve ya ji bo Sûriyeya Nû" de wiha got:
"Sûriye wekî tabloyekê ye; bedewiya wê nayê dîtin heke hemû bi hev re nebe.
Ji ber vê yekê em nikarin behsa ti cure dabeşbûnê bikin."
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê da zanîn ku di nav 10-15 salên borî de li Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de "rewşeke taybet" hebûye û got, tevlîbûna wan herêman divê "xwe bispêre têgihiştin û diyalogê, ne ku bi lez were kirin" da ku pirsgirêkên zêdetir dernekevin.
Beşa herî girîng a axaftina Şeybanî eşkerekirina dan û standinên tund ên di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de bû û ragihand:
"Di 45 rojên borî de me wekî hikûmeta Sûriyeyê ji bo dîtina hin mekanîzmayan ji bo bicihanîna peymanê 5 civîn bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re kirin."
Ew peymana ku Şeybanî behsa wê kir, Peymana 10ê Adarê ya di navbera Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî de bû.
Şeybanî bi bîr xist ku ew peyman ji aliyê "Tirkiye û Amerîkayê ve" hatibû pêşwazîkirin û got:
"Di heman demê de, piştgiriya aliyê Amerîkayê jî ji bo bicihanîna rêkeftinê heye."
"Pirsgirêkeke me ya hevbeş heye"
Şeybanî her wiha pirsgirêka Kurdan wekî beşeke ji hev venabê ya paşeroja Sûriyeyê bi nav kir û da zanîn:
"Îro pirsgirêkeke me ya hevbeş û dozeke me ya niştimanî heye ku em nikarin paşguh bikin."
Dema ku Şeybanî behsa dayîna garantiyan a ji bo Xiristiyanan kir, rewşa parêzgeha Siwêdayê ji ber sedemên derve wekî rewşeke taybet û aloz bi nav kir.
Şeybanî di axaftina xwe de amaje pê kir ku destekî "derve" li pişt aloziyên wê herêmê heye û got:
"Tiştê ku pirsgirêka Siwêdayê cuda dike ew e ku bêhtir bi Îsraîlê yan jî aliyekî herêmî ve girêdayî ye."
Nûvekirina herî dawî: 13:40:29