HSD red dike 5 şervanên wê ji aliyê Tirkiyê ve hatibin kuştin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) red kir ku 5 şervanên wê ji aliyê Tirkiyê ve hatine kuştin.

13 Gulan 2023 - 14:26
13 Gulan 2023 - 14:26
 0
HSD red dike 5 şervanên wê ji aliyê Tirkiyê ve hatibin kuştin

Navenda Ragihandinê ya HSDê daxwyaniyek li hejmara ya tora civakî “Twitter” belav kir û tê de nivîsî: “Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker îro (13ê Gulanê) di daxuyaniyekê de ragihand ku wan li herêma Serêkaniyê-Girê Spî 5 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan ne rast in.”

Artêşa Tirkiyê deverên cuda ên Rojavayê Kurdistanê û çeperên HSD û YPGê li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û rojhilatê Sûriyê dike armanc û di encamê de ji bilî şervanên HSDê, hejmarek welatiyên sivîl dibin qurbanî.

Ev nûçe bi tevahî 923 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:20:07