HSDê bi daxuyaniyekê bang li dewletên garantor kir: Rê li ber êrîşên Tirkiyê bigirin

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser êrîşên Tirkiyê bi daxuyaniyekê bang li dewletên garantor kir ku rê li ber êrîşên Tirkiyê bigirin.

28 Gulan 2022 - 08:49
28 Gulan 2022 - 08:49
 0
HSDê bi daxuyaniyekê bang li dewletên garantor kir: Rê li ber êrîşên Tirkiyê bigirin

HSDê di daxuyaniya xwe de diyar kir, Hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ji doh sibehê ve 320 top li deverên niştecîbûna sivîlan li navçeya Zirgan dane.

Herwiha da zanîn, herî kêm bi 140 topan navçeya Şêrewa ya Efrînê topbaran kirine.

HSDê di berdewamiyê de destnîşan kir: “Tirkiye tu carî cudahiyê naxe navbera sivîl û leşkeran û deverên sivîlan dike armanc.”

HSDê eşkere kir, êrîşên Tirkiyê li dijî sivîlan sûcekî şer e û bang li saziyên yasayî yên navdewletî û aliyên garantor kir ku rê li ber van êrîşên Tirkiyê bigirin.

Ev nûçe bi tevahî 804 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:39:14