Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li Rêbwar Yelda kir

Rêbwar Yelda spasî û pêzanînên xwe û malbata xwe ji bo pêwendî û hevxemiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nîşan da.

28 Gulan 2022 - 09:49
28 Gulan 2022 - 09:49
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li Rêbwar Yelda kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro şemiyê 28ê Gulana 2022yan di pêwendiyeke telefonî de sersaxî li Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Rêbwar Yelda kir ji ber koça dawî ya xwişka wî Marlîn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe gihand û hêvî xwest, Xwedayê mezin giyanê wê bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide kesûkar û malbata wan.

Rêbwar Yelda spasî û pêzanînên xwe û malbata xwe ji bo pêwendî û hevxemiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nîşan da.

Ev nûçe bi tevahî 752 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:13:41