Hêza Dijterora Kurdistanê tola wan 4 şehîdan vekir

Di operasyoneke hevbeş a Asayîşa Hewlêr û Hêzên Hepeymaniya Navnetewî berpirsekî DAIŞê ku, berî niha serperiştiya şehîdkirina 4 pêşmergeyan kiribû, hat kuştin.

20 Sibat 2017 - 09:07
20 Sibat 2017 - 09:07
 0
Hêza Dijterora Kurdistanê tola wan 4 şehîdan vekir

Derbarê kuştina wî serkirdeyê DAIŞê Hêza Dijeterorê ya ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate ragehandin:"Di çarçoveya tolhildana xwîna pêşmergeyên şehîd ên Kurdistanê û demjimêr 11.40 û di operasyoneke hevbeş ya di navbera Asayişa Hewlêrê û Hevpeymaniya Navntewî de, serkirdeyê DAIŞê ku serpereştiya şehîdkirina 4 Pêşmergeyan kiribû, hate kuştin.”

Li gor daxuyaniya Hêza Dijeteror a Kurdistanê ew berpirsê DAIŞê bi navê Talib Elêwî Hemdanî û bi navê Ebû Zir jî dihat naskirin, herwiha Emîrê dîwana zekatê ya wîlayeta Kerkûkê bû.

Ev nûçe bi tevahî 1163 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:44:38