Hêzên Pêşmerge noqteya kontrol a Çîmenê bi dest xistin
Hat ragihandin ku hêzên pêşmergeyên Kurdistanê li Kerkûkê noqteya kontrolê ya Çîmen ku di destê Haşdî Şabî de bû bi dest xist.

Bexda Postê dîmênên nosteya kontrol a Çîmenê parve kirin û ragihand ku li Kerkûkê piştî şer û pevçûna navbera hêzên Pêşmerge û milîsên Haşdî Şabî noqteya kontrol a Çîmenê kete destê hêzên pêşmergeyên Kurdistanê.
Bajarê Kerkûk û navçeyên wê di 16ê Cotmehê de ji aliyê milîsên Haşdî Şabî û hêzên artêşa Iraqê ve hatibû dagirkirin.
Li gorî daneyên Rêxistina Koçber a Navneteweyî ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî ye, piştî dagirkirina Kerkûk û navçeyên wê zêdetirî 183 hezar şêniyên herêmê koçberî Hewlêr, Silêmanî, Dihok û herêmê bûn û ji sedî 75ê koçberan jî kurd in.
Nûvekirina herî dawî: 09:32:28