Ebadî û Cibûrî tekeziyê li ser çarekirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê dikin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û serokê Perlemana Iraqê Selîm Cibûrî li ser dawîn pêşhatên navxweyî û derve civînek lidar xistin.

5 Mijdar 2017 - 07:44
5 Mijdar 2017 - 07:44
 0
Ebadî û Cibûrî tekeziyê li ser çarekirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê dikin

Derbarê naveroka wê civînê, nivîsgeha Selîm Cibûrî daxuyaniyek belav kir û têde got: "Ebadî û Cibûrî li ser bidawîkirina kirîzan û taybet jî kirîza di navbera Hewlêr û Bexdayê de hevdeng bûn û tekez kirin ku pêwîste bi zûtirîn dem bê çarekirin."

Herweha di daxuyaniyê de hatiye: "Di civînê de herdu alî li ser vekirina deriyên pêwendiyên Iraqê bi welatên cîran re lihev kirin."

Ev nûçe bi tevahî 1293 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:35:55