Hêzên Îranê 4 kolberên Kurd birîndar kirin: Birînên 2yan xedar in

Hêzên Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê 4 kolberên Kurd birîndar kirin.

28 Mijdar 2023 - 08:28
28 Mijdar 2023 - 08:28
 0
Hêzên Îranê 4 kolberên Kurd birîndar kirin: Birînên 2yan xedar in

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê da zanîn ku birînên 2yan ji wan giran in.

Li gorî Hengawê kesên di êrişên hêzên Îranê de birîndar bûne ev in:

- Sîrwan Şerîfî 17 salî ye, xelkê Seqizê ye

- Behmen Merûfî Nijad 19 salî ye

- Mihemed Kerîmnijad xelkê Baneyê ye

- Ferdîn Nazdarî 33 salî ye, xelkê Seqizê ye

Hengawê destnîşan kir ku ev her çar kolberên Kurd li Sînorê Hengejalê yê bajarê Baneyê hatine birîndarkirin.

Herwiha Ferdîn Nazdarî doh bi guleyên rasterast ên hêzên Îranê hatiye birîndarkirin û birînên wî xedar in.

Dîsa birînên Sîrwan Şerîfiyê ku zarokekî 17 salî ye giran in.

Ev nûçe bi tevahî 1294 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:22:08