Li Bedlîsê 19 kes hatin desteserkirin

Li navçeyên Xîzan û Tetwanê yên parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, 19 kes hatin desteserkirin.

28 Mijdar 2023 - 08:22
28 Mijdar 2023 - 08:22
 0
Li Bedlîsê 19 kes hatin desteserkirin

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê de, îro serê sibehê li gundê Gulpikê yê Xîzanê û gundê Peyandasê yê Tetwanê bi ser gelek malan de girt û 19 kes desteser kirin.

Li gundê Gulpikê 15 kes û li gundê Peyandasê ji heman malbatê 4 kes hatin desteserkirin.

Sedema desteserkirina her 19 kesan heta niha nehatiye zanîn.

Hat zanîn ku derbarê dosyeyê de biryara nihênîbûnê hatiye wergirtin û dê “operasyon” berdewam bike.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi hinceta PKKyê xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Ev nûçe bi tevahî 966 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:47:06