Îlham Ehmed: Pêvajoya aştiyê bandoreke erênî li Sûriyeyê dike

Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed diyar kir, pêvajoya aştiyê dê bandoreke erênî li Sûriyeyê bike.

9 Avrêl 2025 - 10:14
9 Avrêl 2025 - 10:14
 0
Îlham Ehmed: Pêvajoya aştiyê bandoreke erênî li Sûriyeyê dike

Îlham Ehmed derbarê pêvajoya nû ya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de diyar kir, banga Ocalan gelekî girîng e, lê mixabin sarbûnek ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve heye.

Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser got jî: “Em hêvî dikin ku Tirkiye bi awayekî erênî nêzî mijarê bibe.” Herwiha diyar kir, “Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo pêşxistina pêvajoyê berpirsyar e.”

Îlham Ehmed amaje bi wê jî kir, “Beşdarbûna hemû aliyan di destpêşxeriyê de pir girîng e û proseya aştiyê dê bandoreke erênî li Sûriyeyê û welatên navçeyê bike.”

 

Ev nûçe bi tevahî 269 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:18:01