Serok Barzanî û Aras Hebîb danûstandinan li ser rewşa siyasî ya Îraqê dikin

Serok Barzanî û Sikirtêrê Giştî yê Kongireya Niştêmanî ya Îraqê dicivin û dîtin û nerînên xwe li ser piroseya siyasî ya Îraqê û rewşa deverê li hev diguherin.

9 Avrêl 2025 - 10:17
9 Avrêl 2025 - 10:17
 0
Serok Barzanî û Aras Hebîb danûstandinan li ser rewşa siyasî ya Îraqê dikin

Serok Mesûd Barzanî doh (Sêşem, 08.04.2025) pêşwaziya Sikirtêrê Giştî yê Kongireya Niştêmanî ya Îraqê Aras Hebîb kir.

Her du aliyan di wê hevdîtinê de dîtin û nerînên xwe li ser piroseya siyasî ya Îraqê û peywendî û hevahengiyên navbera aliyên siyasî yên Îraqê û rewşa deverê li hev guhertin.

 

Ev nûçe bi tevahî 293 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:38:42