Îran: Me mûşek neavêtiye Tirkiyeyê

Hêzên Çekdar ên Îranê ragihand ku wan ti mûşek neavêtine axa Tirkiyeyê.

5 Adar 2026 - 13:36
5 Adar 2026 - 13:36
 0
Îran: Me mûşek neavêtiye Tirkiyeyê

Hêzên Çekdar ên Îranê bi rêya medyaya fermî derbarê mûşeka ku tê îdiakirin ber bi Tirkiyeyê ve çûye daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew “rêzê li serweriya Tirkiyeyê digirin” û wan ti mûşek neavêtine axa Tirkiyeyê.

Rêveberiya Tehranê diyar kir ku liv û tevgera leşkerî ya li herêmê Tirkiyeyê nake hedef.

Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê doh ragihandibû, cebilxaneyeke balîstîk a ku ji Îranê hatibû avêtin û ber bi asmanê Tirkiyeyê ve diçû hatiye teqandin.

Wezaretê eşkere kiribû ku ew mûşek piştî ku di ser Sûriye û Îraqê re derbas bûye, ji aliyê pergalên parastina asmanî û mûşekan ên NATOyê yên li Rojhilatê Deryaya Spî ve hatiye îmhakirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 28 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:43:28