Serok Barzanî: Raperîn peyama azadîxwazî û jiyana bi serbilindî ye

Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera Raperînê peyamek belav kir û got, “Raperîn peyama azadîxwazî û îradeya jiyana bi serbilindî ye.”

5 Adar 2026 - 13:35
5 Adar 2026 - 13:35
 0
Serok Barzanî: Raperîn peyama azadîxwazî û jiyana bi serbilindî ye

Serok Barzanî her wiha hêvî kir ku pirsgirêkên herêmê bi rêyên aştiyane werin çareserkirin.

Serok Mesûd Barzanî îro bi boneya 35 saliya destpêkirina Raperîna xelkê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser qehremaniya têkoşer û azadîxwazên ku di gihîştina vê destkefta mezin de xwedî rol bûn.

peyama Serok Barzanî wiha ye:

"Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi boneya salvegera 35emîn a destpêkirina Raperîna gelê Kurdistanê, ez pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, xelkê dilovan ê Kurdistanê û hemû wan nîştimanperwer, têkoşer û azadîxwazan dikim ku di bidestxistina vî destkefta giranbuha ya gelê me de roleke wan hebûye.

'Raperîn hilgira peyama teslîmnebûnê ye'

Raperîn berhem û berdewamiya xebat û qurbanîdana dehsalan a xelk û hêzên têkoşer ên Kurdistanê bû.

Ev rûdana cihê şanaziyê, ji bo her kesekî Kurdistanî di niha û paşerojê de hilgira peyama teslîmnebûn, azadîxwazî û îradeya jiyana bi serbilindî ye.

'Em dê çi ji destê me bê bikin'

Niha herêma me di rewşeke gelekî aloz û hestiyar re derbas dibe û em hêvî dikin ku çi pirsgirêk û nakokiyên li herêmê hene bi rêyên aştiyane bigihin encam û çareseriyê.

Em dê çi ji destê me bê bikin da ku Kurdistan ji şer, karesat û nexweşiyan dûr be û parastî bimîne.

Di vê bîranîna pîroz de, em şehîdên Raperînê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurd û Kurdistanê silav dikin."

 

Ev nûçe bi tevahî 26 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:39:33