Iraqê budçeya tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê zêde nekir

Cîgirê Serokê Komîteya Tendirustiyê li Parlamentoya Iraqê, Faris Birîfkanî li ser biryara budçeya tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ya Serokowezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxuyanî da.

18 Avrêl 2017 - 04:59
18 Avrêl 2017 - 04:59
 0
Iraqê budçeya tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê zêde nekir

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biryar daye ku pişka bûdceya dermanan a Herêma Kurdistanê vegerîne ser 17%ê wekî 541 milyar dînar be û ji vê bûdceyê jî 92 milyar dînar ji Kurdistanê re were şandin.

Cîgirê Serokê Komîteya Tendirustiyê li Parlamentoya IraqêFaris Birîfkanî li ser biryarê got, wan weke Komîteya Tendirustiyê daxwaz kiriye, bûdceya Wezareta Tendirustiya Iraqê bo 1 triliyon û 330 milyar dînar were zêdekirin û bi wê yekê pişka bûdceya Herêma Kurdistanê jî bibe 226 milyar dînar.

Faris Birîfkanî da xuyakirin, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biryar daye ku pişka dermanan a Herêma Kurdistanê bike17%, lê berê jî wisa bû.

Birîfkanî aşkere kir, eger bûdceya tendirustiyê were zêdekirin, dê Kurdistan hêsantir bikaribe pêwîstiyên awareyan dabîn bike ku niha hejmareke zêde ya awareyan li Kurdistanê bicih bûne.

Ev nûçe bi tevahî 2518 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:01:12